Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 6’emîn Kongreya Mezin a Asayî li navenda xwe ya giştî lidar xist. Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak wekî hevserok hatin hilbijartin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 6’emîn Kongreya Mezin a Asayî li navenda xwe ya giştî lidar xist. Rêveberên partiyê û delege beşdarî kongreyê bûn.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak axaftina vekirinê kirin.
Kirkazak diyar kir ku HDP qada têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê ye û got, “HDP bi gelan re bersiva hewldanên parçekirin û belavbûnê yên zêhniyeta navendî û yekperestî da.”
Kirkazak bal kişand ser doza girtinê li dijî HDP’ê û wiha domand: “Doz du sal û pênc mehin didome. Lê HDP ne tabelayeke, ne avahiyeke; hûn nikarin wê bigirin.”
Sultan Ozcan jî berxwedana bi biryar a HDP’ê ya li dijî doza girtinê bi bîr xist û got, “Me heta niha bi biryardarî meşa azadiyê ya li ser xeta rizgariya jinê, ekolojîk û xwezayê ya ku pêşengiya guhertin û veguherînê dike, parast. Ez bawer dikim ku emê vê yekê bidomînin.”
Sultan Ozcan destnîşan kir ku têkoşîn di her şert û mercî de wê bidome û got, “Rê yeke, dem hezar û yeke.”
Piştî axaftinan raporên xebat û darayî hatin xwendin. Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak jinûve wekî hevserok hatin hilbijartin.



