Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2021’an de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna xeyalên wan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku Dîcle, Dengtav, Devran, Gulcan û Welat di sala 2021’an de şehîd bûn û got:
“Hevrêyên me yên hêja yên felsefeya Apoyî kirine terzê jiyana xwe, ji bo xwe bigihînin armancên xwe tevlîbûneke fedaî pêk anîn.
Li hemberî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe dan û bûn milîtanên mînak.
Hevreyên me li hember polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk a dagirker bûn sîper.
Bi dilsoziyeke mezin a ji bo Rêbertî û şehîdan, bi îradeyeke mezin xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derketin.
Hevrêyên me yên ku tu caran ji xeta jiyana Apoyî tawîz nedan û li ber xwe dan, li hemû qadan li ber xwe dan û navên xwe li dîroka têkoşîna me zêde kirin.
Ji bo watedartirkirina jiyana ku nûnerên xeta milîtaniya Apoyî hevrêyên me yên hêja ji me re hiştiye, em ê bibin şopdarên şehîdên xwe.
Em hevreyên xwe Dîcle, Dengtav, Devran, Gulcan û Welat yên ku di sala 2021’an de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
Her wiha di dawiyê de HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna xeyalên wan da û diyar kir ku ew ê wan her tim li Kurdistana Azad bi bîr bînin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Dîcle Arya
Nav û Paşnav: Sabriye Dûman
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik-Bav: Saniye-Siddik
Dem û Cihê Şehadetê: 19’ê Hezîrana 2021’an/Zap

Nasnav: Dengtav Amed
Nav û Paşnav: Ferhat Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik-Bav: Gulhan-Omer
Dem û Cihê Şehadetê: 17’ê Tebaxa 2021’an/Garê

Nasnav: Devran Mizgîn
Nav û Paşnav: Ozgur Sayak
Cihê Jidayikbûnê: Çewlik
Navê Dayik-Bav: Necla-Hasan
Dem û Cihê Şehadetê: 31’ê Gulana 2021’an/Avaşîn

Nasnav: Gulnaz Karataş
Nav û Paşnav: Hanîfe Xelîl
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik-Bav: Muhammed-Emel
Dem û Cihê Şehadetê: 1 Cotmeha 2021 / Garê

Nasnav: Welat Gever
Nav û Paşnav: Veysî Bînîcî
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik-Bav:Torûn-Mehmet
Dem û Cihê Şehadetê: 24’ê Hezîrana 2021’an/Xakûrkê



