Serokê Amerîkayê Donald Trump navê Pentagonê guherî.
Navê nû Wezarete Şer e.
Trump bîryarnameya derbarê guherîna nav de duh, roja înê îmze kir.
Trump dibêje, “Ez ê nîşanî dinyayê bidim ku Amerîka hêzeke û divê herkes hesabê wê bike”
Wezîrê Şer yê nû, ango Wezîrê Parastinê yê berê Pete Hegseth piştî vê bîryarê got, “Em dest bi êrişê dikin, tenê parastinê nakin”.
Wezareta Parastinê li Amerîkayê ji sala 1789’an heta 1947’an weke Wezareta Şer dihat bi navkirin. Lê piştî şerê cîhanê yê duyemîn navê xwe yê niha girtibû.
Wezîrê Şer Hegseth dibêje, “Welatê wî piştî guherîna nav qet şer bi ser nexist.” Trump jî weke gazinc dibêje; “Demeke dirêje Amerîkayê ji bo qezenckirinê şer nekiriye.”
Ji bo ku navê nû bi fermî bikeve meriyetê divê kongre erê bike. Lê piştî vê bîryarê beyî ku kongre erê bike lewhe hatin guhertin.



