Li gundewarên Idlibê bûyereke ecêb rû da.
Kesekî, tevahiya malbata xwe kuşt û dawiyê de xwe jî dikuje.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ev buyer li gundê Bêta yê Idlibê pêk hat.
Bi gotina wê, kesekî zarokên xwe, tevî hevjîna xwe kuştin û paşê xwe jî kuşt.
Çavdêriyê da zanîn ku zarokekî karîbû xwe ji bavê xwe rizgar kir û reviya.
Tê gotin, ji ber fişar û sedemên derûnî, vî kesî malbata xwe tev de kuştiye.



