Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Ciwan Efrîn (Cuma Gedro) li Helebê hate oxirkirin. Her wiha gerîlaya HPG’ê Henîfe Xelîl jî ku îro nasnameya wê hate eşkerekirin hate bibîranîn.
Şervanê HRE’yê 3’ê Îlona îsal li Reqayê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.
Bi sedan şêniyên taxên Şexmeqsûd, Eşrefiyê û koçberên Efrînê cenazeyê şehîd Ciwan Efrîn bi merasimekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê oxirkirin.
Li goristanê kesên axivîn qala jiyan û têkoşîna şehîd kirin û soza berdewamkirina têkoşînê û parastina destketiyan dan.
Piştî axaftinan cenazeyê şehîd dirûşmeyan hate oxirkirin.



