Salvegera 7. ya damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de li ser navê Rêveberiya Xweser daxuyanî hate xwendin.
Hate diyarkirin Rêveberiya Xweser berhema têkoşîna ji bo avakirina modelek demokratîk ya li ser bingeha edalet, azadî û wekheviyê a bi pêşengtiya jinan e.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku zêdeyî 5 mîlyon kesên ji gelek pêkhateyan li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn û wiha hate gotin,
“Tevî dorpêçkirin, êriş û gefên berdewam, gelên herêmê nîşandan ku ew dikarin xwe birêve bibin, saziyên xwe pêş bixin û modeleke demokratîk, ava bikin.
“Girîngiya Rêveberiya Xweser îro ji her demê zêdetir e”
Ji ber krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê yên li Sûriyê, girîngiya Rêveberiya Xweser îro ji her demê zêdetir e. . Ev rêveberî nûnertiya modelek rast ya li ser bingeha azadî, edalet û jiyana hevbeş ya li ser bingeha avakirina pêşerojeke demokratîk ji bo hemû gelê Sûriyê dike.”
“Armanca me ya sereke Sûriyeke demokratîk û nenavendî ye”
Rêveberiya Xweser eşkere kir armanca wan ya sereke Sûriyeke demokratîk û nenavendî ye û girîngiya lidarxistina konferanseke netewî ya bi beşdariya hemû gelê Sûriyê anî ziman.
“Em girêdayî peymana 10’ê Adarê ne û hewl didin pêk bînin”
Di dawiyê de hate diyarkirin ew girêdayî Peymana 10’ê Adarê ne.



