Li Amedê 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin. Di bernameyê de îşaret bi rola Çapemeniya Azad, berdêlên ku dane û astengî û zextên heta îro didomin, hate kirin. Hate diyarkirin ew ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derdikevin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê di çarçoveya 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad de bernameyek hat lidarxistin.
Bername bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKH) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat(DFG) pêk hat.
Gelek rojnameger û malbat, malbata rojnameger Gulîtsan Tara, aktîvîstên TJA’yê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên DEM Partî û DBP’ê tevlî bûn.
Seroka MKG’ê Roza Metîna di bernameyê de axivî û rojnamegerên ku di riya heqîqetê de jiyana xwe ji dest daye bi bîr anî û got, “Têkoşînek mezin ji me re hiştin. Em hêza xwe ji wan û têkoşîna wan digirin.”
Em ê di riya heqîqetê de berdewam bikin. Em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û xwedî li bîranîna wan derkevin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û da zanîn ku çapemeniya azad bîra gelê Kurd e.



