Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Fadî Ehmed El Ewad bi merasîmeke girseyê li Pakrewangeha Şedadê hat oxirkirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê îro merasîma cenaze yê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fadî Ehmed El Ewad ê ku 2’ê Îlonê li ser peywira xwe şehîd bibû, li dar xist.
Merasîm li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê bi beşdariya girseyek mezin a şêniyan, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl û leşkerî hat lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtin endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn torana leşkerî li dar xist.
Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şedadê Îbrahîm El Mihêmîd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Îro em şehîdekî ku xwîna di rêya azadiya gelê xwe û welatê xwe daye de oxir dikin. Tişta ku em dikarin bêjin; şehîd rûmeta me ne, ala me ne, dîroka me ne, rûkeniya li ser rûyê tevahî azadxwazan e. Şehîd şoreşa me û jiyana me ne. Em îro ezîzekî li ber dilê xwe oxir dikin. Em bi şehadetê serbilind in ji ber ku rêya me ya ber bi azadiyê ve ye.”
Piştî axaftina El Mihêmîd nasnameya şehîd Fadî El Ewad hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd Fadî bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û tiîliyên dayikan hat veşartin.



