Rêveberiya Xweser û MSD’ê bi hevserokên komînên bajarên Til Temir û Zirganê re civiyan. Di civînê de girîngiya rola komînan di rêxistinkirina civakê û beşdariya gel di parastina ewlekarî û aboriya herêmê de, hate nirxandin.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero li ser girîngiya qonaxa heyî û pêşxstina hevgirtina di navbera saziyên Rêveberiya Xwese û şêniyan de axivî. Hesen Şero got, komîn zemîna sereke ya civaka demokratîk e û bi pêşxistina rola wê re dê daxwazên welatiyan hîn zêdetir pêk werin.
Şero di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya pratîzekirina komînan di xizmeta şêniyan, rêxistinkirina civakê, her wiha çareserkirina pirsgirêkên welatiyan ên rojane de. Şero da zanîn komîn di heman demê de rola belavkirina zanista siyasî û civakî digre ser xwe.
Di berdewama civînê de hevserokên komînên bajarên Til Temir û Zirganê destnîşan kirin ku komîn ne tenê ji bo mijarên xizmetguzariyê ye, lê zemîna bingehîn a xeta parastina civakê jî ye.
Di dawiya civînê de hate gotin, divê bawerî di navbera komîn û şêniyan de pêş bikeve û hemû beşên civakê cihê xwe di biryarê de bigre.



