Ji 8’ê Kanûna 2024’an û heta duh li Sûriyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR diyar kir ku ji ber kiryarên tundî û aloziyê ji 8’ê Kanûna 2024’an û heta 6’ê Îlona 2025’an 10 hezar û 672 kes hatine kuştin,
Ji wan 8 hezar û 180 sivîl in (438 zarok û 620 jin). Ji hejmara giştî 3 hezar û 20 kes li meydanan hatine kuştin.
Navendê destnîşan kir ku li beramber van bûyerên kuştinê sûcdar nayên dadgehkirin û cezakirin.



