Hejmara kesên di êrişa li dijî Siwêdayê de hatine kuştin derket 2 hezar û 26 kesî, di nav de 162 sivîl ku ji wan 73 jin, 21 zarok in.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di nexweşxaneya Miwasa û El Muştehid de cenazeyên 5 kesên ji 16’ê Tîrmehê de dema êrişa li dijî parêzgeha Siwêdayê winda bûbûn, hatin dîtin.
Li aliyê din jinek jî di nav de cenazeyên 7 kesên ku roja 13’ê Tîrmehê bi guleyên çekdarên hikûmeta veghêz a Sûriyê hatibû kuştin, hatin dîtin.
Li gorî bîlançoya nû hejmara kesên di êrişan de ji roja 13’ê Tîrmehê ve hatin kuştin derket 2 hezar û 26 kesî.



