Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê pêşenga enternasyonalîst emîne Erciyes û du hevrêyên wê yên ku di sala 2020’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker li Garê şehîd bûn, bi bîr anî.
Her wiha HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza bêkanîna xeyalên wan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes û gerîlayên YJA Starê Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar ên li gel wê şehîd bûn, bi bîr anî.
HPG’ê diyar kir ku Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar di 20’ê Nîsana 2020’î de li herêma Garê şehîd bûn û got:
“Şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê bi baweriya ji şoreşa hevpar a gelan û sosyalîzma rasteqîn li ser bingeha armanca Tirkiya Demokratîk û Kurdistana Azad zêdeyî nîv sed sal in têdikoşin.
Hevrêya me Emîne Erciyes jî jineke leheng a gelê Tirkiyê ye û ji quntara çiyayê Erciyesê tevlî vê têkoşînê bû.
Hevre Emîne bêyî ku gavekê bi paşve biavêje 24 salan bê navber têkoşiya, sekneke gelekî xurt a jin a azad nîşan da û gelek wezîfeyên şoreşgerî bi rûmetdarî hilgirt û bi cih anî.
Bedewî û heqîqeta şoreşê di nava îdeolojiya Apoyî de li çiyayên Kurdistanê dît û li her qada têkoşîna me cih girt.
Xwe gihand sekn û pêşengiya jin a azad ûw eke endameke Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di asta herî bilind de bi berpirsyariya têkoşîna me ya azadiya jinê rabû.
Hevrêyên me Ekîn û Zîn jî jinên leheng ên Kurd bûn ku weke hevrêya me Emîne bi eşqa azadiyê tevlî nava PKK’ê bûn.
Wan jî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me her cûre zor û zehmetî dan pêş çavên xwe û tevlî bûn.
Li çiyayên Kurdistanê bi wêrekî têkoşiyan, her ku şer kirin azad bûn, her ku azad bûn jî bedew bûn.
Weke şervan û fermandarên YJA Starê yên leheng navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin.
Hevrêyên me Emîne Erciyes, Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros weke jin ên leheng ên çiyayên Erciyes, Botan û Zagrosê dest dan hev, têkşoiyan û bûn milîtanên leheng û esîl ên gelê me.
Endama Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û YJA Starê û Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê fermandara me ya hêja hevrê Emîne Erciyes û milîtanên leheng ên xeta fedaî ya Apoyî hevrêyên me Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros di 20’ê Nîsana 2020’î de li herêma Garê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.”
Her wiha di dawiyê de HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan, gelên Anatoliyê û tevahî Kurdistanê re xwest û soza bêkanîna xeyalên wan da.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Emîne Erciyes
Nav paşnav: Nazli Taşpinar
Cihê jidayikbûnê. Nevşehîr
Dayik-Bav: Meryem-Abdûrahman
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Nîsana 2020 / Garê

Nasnav: Zîn Zagros
Nav paşnav: Leyla Acar
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sevkiyat-Aydin
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Nîsana 2020 / Garê

Nasnav: Ekîn Amara Toldar
Nav paşnav: Şehrîban Akin
Cihê jidayikbûnê. Colemêrg
Dayik-Bav: Miselma-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Nîsana 2020 / Garê



