Sunday 2026/06/07
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

’Bêyî jinan aştî û edalet ava nabinˊ

September 8, 2025
in JIN
A A
’Bêyî jinan aştî û edalet ava nabinˊ
Share on FacebookShare on Twitter

Di panela Partiya El Weten El Sûrî de rewşa jinên Sûriyeyî, rola wan di aştî û qada siyasî de hat nîqaşkirin. Beşdaran diyar kir ku dûrxistina jinan ji navendên biryardanê, avakirina Sûriyeya siberojê asteng dike.

Nivîsgeha Jinan a Partiya El Weten El Sûrî panelek bi navê “Rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de û asoyên çareseriyê” li dar xist. Panel li avahiya partiyê ya li bajarê Hesekê bi beşdariya nûnerên rêxistinên jinan û MSD’ê pêk hat. Di panelê de du mijar hatin şîrovekirin.

Cîgira hevserokên MSD’ê Canda Mihemed di mijara yekemîn de rola jinan ji destpêka şoreşê û heya îro di avakirina Sûriyeyê de şîrove kir.

Canda Mihemed diyar kir ku jin ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve hebûneke bi hêz in û got: “Jin beşdarî çalakiyên bi daxwazên azadî û rûmetê bûne, barên giran hilgirtine û di salên şer de bi kuştin û binpêkirinan re rû bi rû man. Di heman demê de hewl didin ku jîngehek rastîn biafirînin ku di hemû qadan de cihên xwe bigirin.”

Canda Mihemed di dewama axaftina xwe de dûrxistina jinan ji qada siyasî piştî rexne kir û diyar kir ku hikumeta veguhêz jinan ji pêvajoya avakirinê dûr xistiye,  li peravê û Siwêdayê jî binpêkirinên li dijî jinan dewam dikin. Canda daxwaza edaleta veguhêz û hesabpirsîna ji kesên sûc li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê pêk anîne, kir.

Canda Mihemed di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê jin rolek bingehîn di avakirina Sûriyeyê û afirandina aştiyê de bilîzin, cihê xwe di navendên biryarê de bigirin û mafên wan di destûr de werin mîsogerkirin. Canda bang li hemû tevgerên jinan, siyasî û civakî kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û xebatek hevbeş bimeşînin.

Mijara duyemîn a bi navê “Pirsgirêk û asoyên çareseriyê” ji aliyê endama Meclisa Navendî ya Partiya El Weten El Sûrî Şeyma El Xelef ve hat birêvebirin. Şeyma hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rexne kir ku jin ji pêvajoya avakirina Sûriyeya pêşerojê dûr xistiye û ev yek wekî pirsgirêka herî mezin nirxand.

Şeyma El Xelef da zanîn ku ji nû ve avakirina Sûriyeyê ne tenê bi avakirina mal û rêyan ve sînordar e, lê bi avakirina civakek nû li ser bingeha edalet û wekheviyê dest pê dike. Her wiha anî ziman ku nabe jinên ku bi şer re rû bi rû mane û lênêrîna malbatên xwe kirine ji vê qonaxê werin dûrxistin.

Şeyma di dawiya axaftina xwe de got: ” Sûriyeya nû tenê bi hewldanên hevbeş ên jin û mêran dê were avakirin. Heya jin ji navndên biryarê werin dûrxistin aştî û dewleteke adilane ava nabin.”

Panel van pêşniyaran bi dawî “Divê rola jinan di aliyê siyasî de were bihêzkirin, beşdarbûna wan di nivîsandina destûra nû were mîsogerkirin, rola jinan di lihevhatina civakî û aştiya navxweyî de were pêşxistin, çanda diyalogê were belavkirin, rola jinan di aliyê aborî de bi rêya peydakirina derfetên kar û piştgiriya projeyên biçûk ji bo jinên li gundan were xurtkirin, beşdariya jinan di ragihandinê de were xurtkirin, pişgtgiriya vegera ewle ya koçberan bo herêmên wan were were kirin û pêdiviyên wan ên sereke werin dabînkirin.”

Previous Post

Mamosteyên bajarê Dêrazorê Mudîriyeta Perwerdeyê şermezar kirin

Next Post

Bi armanca lidarxistina konferansa giştî Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civiya

Weşana girêdayî

Ofîsa Partiyên Siyasî: Em ê hebûna jinan di sûriya nû de misoger bikin
JIN

Ofîsa Partiyên Siyasî: Em ê hebûna jinan di sûriya nû de misoger bikin

Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
JIN

Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

2 jin hatin kuştin û 2 bi guman jiyana xwe ji dest dan
JIN

2 jin hatin kuştin û 2 bi guman jiyana xwe ji dest dan

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye