Mamosteyên bajarê Dêrazorê li ber avahiya Mudîriyeta Perwerdeyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kom bûn û ne razîbûna xwe li dijî rewşa xirab a perwerdeyê anîn ziman.
Îro bi dehan mamosteyên bajarê Dêrazorê li ber avahiya Mudîriyeta Perwerdeyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê kom bûn. Mamoste li dijî rewşa perwerdeyê û ji bo daxwaza peymanên wan ên demkî veguherin memûriyeta çalakî li dar xist. Mamosteyan daxwaz kir ku mafê were dayîn.
Komek din a mamosteyên jin ên tevlî xwepêşandanê bibûn, daxwaz kirin careke din vegerin erka xwe ya perwedeyê. Ev koma mamosteyan demek dirêj ji xebatên perwerdeyê hatibûn rawestandin. Mamosteyan destnîşan kir ku rewşa jiyanî zehmet e û bersiva daxwaza wan gerek neyê paşguhkirin.
Mamosteyan pankartên bi nivîsên “Ne ji nûkirinê re, erê ji tesbîtkirinê”, “Mirin û ne mezelet”, “Rumeta Mamosteyan xeta sore” û “Em dixwazin peymanên hemûyan were tesbîtkirin” vekiribûn.
Mamosteyan paşguhkirina mafê wan şermezarkirin û wezareta perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz berpirsyara paşketina sîstema perwerdeyê ye.



