Li ser hin malperên medyaya dijîtal, hatiye belavkirin ku zanîngeha Rojava, 50 xwendekar ji bo temamkirina xwendinê, rakirin Zanîngehên navneteweyî.
Rêveberiya Zanîngeha Rojava bi fermî li ser malpera xwe ya Fêsbukê bersiv da û got nûçeyên ku derbarê zanîngeha me de tên belavkirin, ne-rastin û tiştekî wisa nîne.
Heman demê Rêveberiya Zanîngehê diyar dike:
Heger ku agahiyên derbarê birêveçûna akademîk û karên xwendinê de hebin, wê Rêveberiya Zanîngehê bi awayekî vekirî û fermî bi raya giştî re par ve bike.
Ji bo wê, em bi hêvî ne, ger agahiyên ku ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve ne-piştrastkirî bin, neyên belavkirin.



