Li Xezayê 67 kes di nava 24 saetan de hatin kuştin.
Bi giştî hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin, gihîşt 64 hezar û 522 kesan.
Wezareta Tenduristiyê agahiyên dawî yên derbarê êrişên Îsraîlê li ser Xezayê de ragihand.
Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 67 hatin kuştin û 320 birîndar bû û gihîştine nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê.
Her wiha Wezareta Tenduristiyê agahiyên derbarê kesên ku ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan jî da.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat ragihandin 2 zarok û 14 Filistînî hatin kuştin û 6 jî ji birçîbûnê û kêmbûna xwarinê jiyana xwe ji dest dan.



