Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîngiya rola ciwanan di avakirina siberoja Sûriyê de nirxandin.
Ciwanan xwestin ku di Sûriya nû de cihê wan di her qadî de hebe.
Di destpêkê de endamê ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk li kantona Cezîrê Luey Elî got:
“Îro li Sûriyê de ciwan xwedî roleke girîng in, bi taybet di qonaxa heyî de.
Em dixwazin temsîla me di tevahî warên siyasî û aborî de bi aktîv be.
ji ber ku ciwan stûna bingehîn a avakirina Sûriya nûjen in.”
”Em dûrxistina ciwanan di avakirina Sûriya nû de red dikin”
Her wiha ji Rêveberên Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Cizîrê Rama Ebdurehman jî wiha got:
“Di dema desthilatdariya rejîma berê de, rola ciwanan hatibû paşguhkirin.
Em niha hêvî dikin ku em bi awayekî atkîv tevî sazkirina destûra nû bibin.”
Herî dawî Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Cizîrê Emîne Mihemed got:
“Ji bo qonaxa bê, enerjiya mezin a ciwanan pir girîng e.
Divê em di avakirina Sûriya nûjen de xwe bispêrin enerjiya ciwanan.
Em dûrxistina ciwanan û jinên ciwan di xebatên avakirina Sûriya nû de qebûl nakin.”



