Çeteyekî dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî gule avêt welatiyan û 5 kes birîndar kirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî xwecihî ji bajarê Girê Spî dane, çeteyekî artêşa tirk a dagirker duh gule avêt 5 welatiyên gundê Sukeriyê yê rojavayê bajêr.
Heman çavkanî diyar kir ku di encamê de ew welatî birîndar bûn û rakirina nexweşaneyê û rewşa hin ji wan giran e.
Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî alozî û tevlihevî digel bilindbûna sûcên li dijî welatiyan weke revandin, qetilkirin û dizîna mal û milkan dewam dikin.



