Komek hunermendên şêwekar bi tabloyên xwe yên hunerî êşên xelkê Siwêdayê yên ji ber êrişan kişandine û bandorên wan li ser şêniyan bi pêşangehekê belge dikin.
Hunermendên şêwekar ên ji Siwêdayê bi sernavê “Siwêdaya birîndar di bin ambargo û agir de ye” bi beşdariya şêwekar û nûnerên civaka sivîl û kesên eleqeyê didin çandê, pêşangehek hunerî vekir.
Li gorî organîzetoran, armanc ji pêşangehê ew e ku êşên xelkê bajêr ên ji ber êrişa nîvê Tîrmehê çêbûne û zehmetiyên wan ên ji ber ambargoya berdewam ve belge bikin.
Di pêşangehê de tabloyên 42 hunermendan heye ku rastiyên hatine jiyîn nîşan didin.
Li kêlek wê ev tablo xebat û pemayên êşê û berxwedanê derdibirînin.
Şêwekar Mecid Mekarim xwest bi awayekî cuda balê bikişîne ser ambargoyê û di tabloyên xwe de balê dikişîne ser têkoşîna mirovan li hember qeyd, êş û hwd.
Şêwekar Fadî Murşid jî di tabloyên xwe de balê dikişîne ser şer û azadiyê.
Xwendekara hunera şêwekariyê û yek ji kesên amade Lubane Hemdon ev tecrûbe bi sekna yekser li hember şerê qirkirinê û qetilkirina li ser nasnameyê wesfi kir.
Kesên tevlî pêşangehê bûn destnîşan kirin ku ew ji bûyerekî hunerî wêdetir e, ew paltformeke belgekirina trajediya komî bi çavên takakesî ye.



