Li bajarokê Qirdaha agir bi daristanan ket.
Metirsî heye ku ev agir ji bin kontolê derkeve û belav bibe.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku agirekî mezin bi darên li gundê Beqna a Qirdahayê ya Laziqiyê ket.
Ew agir ji gund belavî gelek qadên çandiyê bû û heta niha didome.
Xelkên Gund bi alavên sivik hewl didin ku agir vemirînin da ku belavtir nebe.
Tevî wê jî, xelk bi tirsin ku ev agir bighêj mal û milkên wan.
Heta niha jî, kes nizane bê ka agirê çawa rû da.
Lê tê gotin ku ev agir ji aliyê kesên nenas ve hatiyê vêxistin.



