NY’ê ragihand ku pêdiviya 16.5 milyon Sûriyan bi alîkariyan heye û zêdetirî 6 milyon Sûrî jî hîna di hundir de, koçber in.
Koordînatorê NY’ê yê Kar û Barên Mirovî li Sûriyê Dr. Adem Ebdul-mewla di civîneke çapemeniyê ya li Şamê de, ragihand ku hewcedariya nêzî 16.5 milyon Sûriyî bi alîkariyên mirovî heye.
Ebdulmewla diyar kir ku zêdetirî 6 milyon Sûrî hîna di hundirê de koçber in û zêdetirî 6 milyonan jî penaberî seranserî cîhanê bûne.
Ebdulmewla destnîşan kir ku nêzî ji %24 ji avahiyên li welat di salên borî de zirar dîtine yan jî bi temamî wêran bûne.
Ebdulmewla da zanîn ku veberhênanan ji bo plana bersivdana mirovî ya 2025’an hatiye veqetandin, heta niha gihîştiye ji sedî 14’an.
Lê pêdiviya giştî ya planê bi 3.2 milyar dolar heye.


