Li Qamişlo Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Kongreya xwe ya 6’mîn li dar xist.
Parêzer, endamên saziyên Rêveberiya xwese û rêxistinên civakî beşdarî kongreyê bûn.
Parêzeran diyar kirin ku divê qanûn li ser esasê edalet û demokrasiyê bê avakirin.
“Hiqûqa Demokratîk., garantiya Aştî û Civaka Demokratîk e”,
Bi vê dirûşmeyê, Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê kongreya xwe ya 6’mîn li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar xist.
270 parêzer, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser,Tevgera Civaka Demokratîk û rêxistinên civaka sivîl di kongreyê de bûn.
Di serî de, Parêzer Kovan Xelef axivî û diyar kir ku divê qanûn li ser esasê demokrasiyê bê avakirin û got:
“Divê avakirina qanûnê li ser bingeha îrade û pêdiviyên gel be, ew jî bi rêya mekanîzmayên demokratîk ên ku xwe dispêrin meclisên herêmî pêk tê.
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed jî tekez kir ku “Berpirsiyariya mezin a ji bo gihandina peyama edaletê û parastina mafan dikeve ser milê parêzeran.”
Berdevkê Înîsiyatîfa Sûriyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur jî diyar kir ku zêdetirî hezar parêzer hene ku daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hevdîtina bi wî re kirin.
Dadwer Berces jî diyar kir ku pîşeya hiqûqê, rêya bidestxistina edaletê ye.
Berces destnîşan kir ku avakirina dadgehekê ji bo parastina Hevpeymana Civakî gavek girîng û bingehîn ber bi bidestxistina mafan û bicîhanîna qanûnên demokratîk ve ye.
Mijarên têkildarî karê parêzeran, pêşxistina pergala dadwerî li herêmên Rêveberiya Xweser hatin gûtûbê kirin.
Her wekî raporên rêxistinî û darayî yên salane hatin nirxandin, desteyek rêveber a nû ji bo yekîtiyê hat hilbijartin.



