Li gorî agahiyan, Îsraîlê êriş civîneke rêveberên tevgera Hemasê li Qeterê kiriye û di encamê de serokê nivîsgeha siyasî ya tevgerê Xelîl El Heye hatiye kuştin. Îsraîlê piştrast kir ku êrişa wê “tolhildan e” û pê “fermandariya bilind a Hemasê kiriye hedef”.
Li gorî ajansa El Erebiye, serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Xelîl El Heye di êrişê de hatiye kuştin. Lê heta niha der barê teqînê û encamê wê de desthilata Qeterê ti daxuyanî nedaye.
Kanala 12 a Îsraîlê ku agahiyên xwe spartin rayedarên ji Til Evîvê ragihand ku êriş “tohildan e” û “di çarçoveya hedefgirtina rêveberên Hemasê yên li derve de” hatiye kirin. Rayedarekî din ê peyabilind ê îsraîlî jî aşkera kir ku “teqîna li Dohayê, hewldanek ji bo qetilkirina rayedarên payebilind ên Hemasê ye”.
Artêşa Îsraîlê û cîhazê ewlehiya giştî “Shin Bet” got ku wê êrişa li Qeterê kiriye.
Artêşê di daxuyaniya xwe de ya li ser “X” parve kiriye got: “Yên hatine êrişkirin, rêveberiya tevgerê kirine. Rasterast berpirsên komkujiya 7`ê Cotmeha 2023`yan in.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “beriya êrişê, ji bo ku zirar negihêje kesên ku têkiliya wan pê tune ye, li gorî agahiyên îstixbaratî, tedbîr hatin girtin”. Di daxuyaniyê de “artêşê gefa berdewamkirina êrişan li dijî Hemasê heta tunekirina wê, da”.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê “X” got: “Artêşa Parastinê û Shin Bet, êriş fermandariya Hemasê ya li Dohayê kir. Kesên hatine kuştin, berpirsên rasterast ên komkujiya 7`ê Cotmehê ne.”
Avichay Adraee destnîşan kir ku ji bo ku tişt bi sivîlan neyê, tedbîr girtine û çekên pir pêşeketî bi karanîne û gef xwar ku “êrişan bidomînin ta ku Hemasê ji holê rabe”.



