Li Fransayê piştî ku hikumetê di dengdanê de bawerî wernegirtibû û Serokwezîr François Bayrou îstîfa kiribû hikumet ketibû.
Piştî vê Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron Wezîrê Parastinê Sebastiyan Lukoxni wekî Serokwezîr tayîn kir.
Têkildarî vê yekê ji Qesra Elîze daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo ku lihevkirinekê çêbike Sebastiyan Lukoxni wekî şêwirmend hatiye erkdarkirin û wiha hat gotin:
“Ji bo ku ji welat re budçeyek bê avakirin û ji bo biryarên ku wê di mehên pêş de bêne girtin bi armanca ku karibe lihevkirinên pêwîst pêk bîne, jê tê xwestin ku li parlamentoyê li gel partiyên siyasî bide û bistîne.”
Piştî hevdîtinan tê xwestin ku Serokwezîrê nû Sebastiyan Lukoxni hikumeteke nû ava bike.
Sebastiyan Lukoxni ji partiya Ronesans e û di dema Serokkomariya Macron de dibe 7’emîn serokwezîrê ku tê tayînkirin.



