Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Qeterê ragihandin ku şandeya Hamasê li Dohaya ji êrişa Îsraîlê filitiye.
Rêveberekî Hamasê ji kanala Al Arabiya re aşkera ku “şandeya danûstandinê ya tevgera Hemasê ya li Dohayê ji êrişa Îsraîlê ya li ser baregeha tevgerê ku li paytexta Qeterê ye, sax filitiye.
Lê Televîzyona El Erebî ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, da zanîn ku di encama êrişê de di nav de kurê serokê tevgera Hemasê Xelîl El Heye Humam El Heye û nûnerê nivsîgehê Cîhad Lebed, 5 kes hatine kuştin.
Rojnameya “Israel Hayom” ragihand ku rêveberê tevgerê Xalid Mişel di civînê de ne hazir bû û ew “nehatiya kuştin”.
Radyoya Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku artêşa Îsraîlê û Shin Bet “bi rêya hêzên asmanî êriş rêveberên tevgera Hamasê kirine, di encamê de serokê nivîsgeha siyasî ya tevgerê Xelîl El Heye hatiye kuştin”.



