25 ciwanên Kurd ên xelkê Başûrê Kurdistanê ku zêdetirî 50 roj bûn li Lîbyayê girtîbûn, hatin berdan û vegeriyan Herêma Başûrê Kurdistanê.
25 ciwanên Kurd ku dema xwestibûn di ser Lîbyayê re koçberî Ewropayê bibin, li Lîbyayê hatibûn girtin.
Zêdetirî 50 roj bûn ew ciwan di girtîgehekê de dihatin ragirtin.
Li gor agahiyan ew ciwan hatin berdan û vê sibehê bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê vegeriyan Herêma Başûrê Kurdistanê.
Berî niha jî rojnamevan Renc Pişderî agahî dabû û diyar kiribû ku 600 ciwanên Kurd li Lîbyayê hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye li Herêma Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna derfetên kar û nebûna xizmetguzariyan, salane bi hezaran welatî bi taybetî jî ciwan koçberî welatên Ewropayê dibin.



