Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Mexmûr ku her du salan carekê konferansa xwe li dar dixe, îsal jî 14. Konferansa xwe di 7’ê Îlonê de li dar xist.
Konferans bi beşdarbûna hemû mamosteû mêvanan li avahiya Mala Gel destpêkiribû, di rojan sêyem de bidawî bû.
Di roja sêyemîn ya konferansê de rêvebirnameya giştî, xwendina rêvebirnameya peymangehê, rêvebirnameya akademî, rêvebirnameya Navenda Hêvî û pêşnûmebiryar hatin xwendin.
Piştre hilbijartina desteya disîplînê û hilbijartina berdevkên dibistanan hat kirin.
Di hilbijartina berdevkên dibistanan de mamoste Hêlîn Kara û mamoste Silêman Mijînî hatin hilbijartin.
Konferans bi axaftina girtinê bi dawî bû.
Axaftina girtinê ji aliyê Hevberdevka Komîteya Perwerdeyê Hêlîn Kara ve hat kirin.



