Balafirên bê mirov ên Rûsî derbasî qada hewayî ya Polonyayê bûn.
Polonya ku endamê NATO’yê ye ragihand ku ji ber binpekirina qada wê ya hewayî dronên Rûsî xistine.
Hate ragihandin welatên endamên NATO’yê bi balafirên şer piştgirî dane Polonyayê.
Polonya ku endamê NATO ye, ragihand ku hin balafirên bê mirov yên Rûsyayê derbasî qada hewayî ya welêt bûye.
Destpêka şerê Rûsya-Ukraynayê jî balafirên bê mirov û moşekên Rûsî berê jî qada hewayî ya welatên endamê NATO’yê binpê kiribûn.
Lê belê şeva Sêşemê ber bi Çarşemê ve, tengezarî zêde bû û di saetên sibehê de yekem car endamê NATO’yê, balafirên bê mirov yên Rûsî xistin.
Hate ragihandin ku binpêkirinên qada hewayî di dema êrîşên Rûsyayê de, ku herêmên Ukraynayê yên nêzî 80 kîlometreyan dûrî sînorê Polonyayê armanc kiribûn, pêk hatine.
Di dema tengezariya zêdebûyî de, qada hewayî ya beşek ji welat hate girtin, li Balafirgeha Çopin a paytext Varşovayê û hin balafirgehên din firîn hatin rawestandin.
Her wiha li herêmên sînorî yên bi Ukraynayê re bang li welatiyan hate kirin ku xwe bigihînin cihên ewle.
Tusk: Ez bi sekreterê giştî yê Nato’yê re di têkiliyê de me
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk (danild task) jî îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê tengezariya zêdebûyî de daxuyaniyek da.
Tusk da zanîn ku şeva borî qada hewayî ya Polonyayê gelek caran ji aliyê balafirên bê mirov yên Rûsî ve hate binpêkirin û got:
“Dronên ku gefeke rasterast çêkirin hatin xistin.
Ez bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê û hevalbendên me re di têkiliyeke domdar de me.”
Hikumeta Polonyayê ragihand ku di saetên sibehê de ji bo “civîneke kabîneyê ya awarte” hatine cem hev.
Ev pêşveçûn, rojek piştî daxuyaniya serokkomarê nû yê neteweperest ê Polonyayê Karol Nawrocki, ku gotibû “Rûsya amade ye welatên din dagir bike”, cihê balkêşiyê ye.
Nawrocki, doh di civîneke çapemeniyê de gotibû, “Em baweriya xwe bi niyeta baş a Vladimir Putin naynin” û anîbû ziman ku Rûsya amade ye hin welatên din jî dagir bike.
Polonya di nav welatên ku piştgiriya herî xurt didin Ukraynayê de cih digire.
Polonyayê meha borî jî ragihandibû ku droneke Rûsî qada wê ya hewayî binpê kiriye û li herêmeke çandiniyê ya li rojhilatê welat teqiyaye, û ev yek wekî “provokasyon” binav kiribû.
Her wiha di sala 2023’yan de jî Polonyayê ragihandibû ku mûşekeke Rûsî qada wê ya hewayî derbas kiriye û li Ukraynayê xistiye.



