Li Nepalê di encama çalakiyên protestoyî de ku li dijî qedexekirina platformên medya dijîtal pêk hatin 22 kes mirin zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê welat îstifa kir, artêş daketiye nava bajêr.
Li Nepalê 5’ê Îlonê 26 platformên medya dijîtal ên mîna Whatsapp, Facebook, Instagram, YouTube hatin qedexekirin.
Li ser vê yekê li dijî hikumetê çalakiyên protestoyî destpêkirin û hê jî dewam dikin.
Li gorî hikûmetê armanca qedexekirina platformên medya dijîtal, nûçeyên derew, gotinên nefretê û sextekariya li ser înternetê ku tê kirine.
Hat diyarkirin ji ber destwerdana polîsan heta niha 22 kes mirine û derdora 300 kes jî birîndar bûne.
Xwepêşandêran parlemento dan ber agir
Xwepêşandêran avahiya parlementoyê jî dan ber agir.
Li ser berdewamkirina çalakiyan artêşa Nepalê daket nava kolanên paytext Katmandû’yê.
Fermandarê Giştî yê artêşa Nepalê hişyarî da eger çalakî berdewam bikin ji bo kontrolkirina rewşê, wê artêş û hemû saziyên ewlekariyê bikevin nava tevgerê.
Her wiha artêşê ragihand li seranserî welat qedexeya derketina derve heta roja pêncşemê wê dewam bike û da zanîn kesên ku beşdarî buyeran bûne wê bên cezakirin.
Her wiha diyar kir 27 kesên ku beşdarî buyerên tundiyê bûne hatine girtin û 31 çek jî hatine desteser kirin.
Serokwezîrê Nepal’ê şarma olî û sê wezîran îstifa kir
Piştî berdewamkirina buyeran Serokwezîrê Nepalê Şarma Olî û sê wezîran ji wezîfeyên xwe îstifa kirin.
Rêxistina efûyê ya navnetewî banga lêpirsînê kir
Têkildarî buyeran û kesên hatin kuştin Rêxistina Efûyê ya Navnetewî banga lêpirsîneke berfireh, serbixwe û bê alî kir.
Rêxistina Efûyê eşkere kir ku li dijî xwepêşanderan guleyên rasteqîn hatine bikaranîn.
Li Nepalê 17 mîlyon kes platformên medya dijîtal bikar tînin
Hat ragihandin li Nepalê ku nufûsa wê derdora 30 mîyon e, 17 mîlyon kes platformên medya dijîtal bikartînin.
Tê gotin astengkirina platformên medya dijîtal bandoreke mezin li ser saziyên ku girêdayî wan dixebitin û ragihandinê kiriye.



