Êrişên Îsraîlê li Qeterê ku rêveberên Hemasê girt di rojeva cîhanê de ye.
Têkîldarê êrişê Donald Trump dibêje Îsraîl beriya êrişê wan agahdar nekiriye.
Her wiha Almanya, Siudî, Neteweyên Yekbûyî êriş şermezar kir û weke binpêkirina serweriya axa Qeterê bi nav kir.
Îsraîl li Qeterê rêveberên Hemasê hedef girt.
Piştî êrişê li gelek welatan bertek hatin ku weke binpêkirina serweriya Qeterê hat binavkirin.
Têkîldarî êrişê Serokê Amerîkayê Donald Trump axivî.
Trump: Ev biryara Netanyahu bû, ne ya min
Donald Trump êrişa Îsraîlê rexne nekir, lê aliyê din jî hewl dide hevsengiyek bi Qeterê re ava bike.
Trump ji bo ku Qeterê aram bike, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got:
“Ev biryara Serokwezîr Netanyahu bû, ne ya min.”
Her wiha Trump diyar kir ku Îsraîlê beriya êrîşê ew agahdar nekiriye.
Qeter: Hişyariya Amerîkayê piştî dengê teqînan dest pê kir hat
Lê belê, Trump got ku dema wan zanîbû Îsraîl dê êrîşekê bike, wî ji Nûnerê Taybet Steve Witkoff xwestibû ku Qeterê hişyar bike, lê “ji bo rawestandina êrîşê dereng mabûn.”
Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî diyar kir ku hişyariya Amerîkayê “piştî ku dengê teqînan dest pê kir hat.”
Serokwezîrê Almanyayê merz erîşa li Qeterê şermezar kir
Her wekî serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz êrîş şermezar kir.
Merz di telefonê de bi Emîrê Qeterê Al Sani re axivî, kiryarên Îsraîlê wek “binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Qeterê” binav kir.
“Êriş binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Qeterê ye”
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul jî daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.
Wadephul got êrîşa Îsraîlê “ne tenê serweriya Qeterê binpê kir, di heman demê de hemû hewldanên ji bo azadkirina dîlan jî xist xetereyê.”
Neteweyên yekbûyî û welatên Erebî li dijî êrîşa Îsraîlê bertek nîşan dan
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres êrîş wek “binpêkirineke eşkere ya serweriya Qeterê” binav kir û got ku ev yek hewldanên agirbestê têk dibe.
Guterres, rola Qeterê di dawîkirina şerê Xezayê de bi erênî nirxand.
Konseya ewlekariyê ya ny ji bo êrişê civînek lezgîn li dar bixe
Di vê navberê de, tê payîn ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îro ji bo nîqaşkirina êrîşa Îsraîlê civîneke lezgîn li dar bixe.
Erebistana Siûdî û welatên din ên Erebî jî rexneyên xwe li Îsraîlê dubare kirin.
Riyadê ev yek wek “êrîşeke hovane ya Îsraîlê û binpêkirineke eşkere ya serweriya Qeterê” binav kir.
Hamas û Îsraîlê ji bo êrîşê çi got?
Hamasê êrîşa surprîz a Îsraîlê ya li ser rêveberiya xwe li Qeterê wek “ne serkeftî” binav kir û got ku ti rêveberên wan ên payebilind nehatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Hamasê, di êrîşa li Dohayê 6 kesên ne payebilind hatine kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî êrîş wek “operasyoneke cerrahî” ya ku ji hêla pîlotên şer ên Îsraîlî û servîsa îstîxbaratê Şin Bet ve hatî kirin binav kir.
Lê belê, Netanyahu tiştek li ser kuştina rêveberên payebilind ên Hamasê negot.



