Xelkê bajarê Hesekê bi merasîmên cuda cenazeyê 2 şehîdan oxirikirin, Di merasîman de soza domandina rêya şehîdan hat dayîn.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundurîn şehîd Ela Mihemed di 7’ê Îlonê de, dema erka xwe pêk tanî, li kampa Holê şehîd bûbû.
Endamê QSD’ê şehîd Hisên Salih Salih bi nasnav Ziyab Hesekê di 7’ê Îlonê de li bajarê Til Temir şehîd bûbû.
Ji bo oxirkirina cenazeyên şehîdan xelkê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana şehîd Diwar kom bûn.
Li wir kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza xwedî derketaina li destkeftiyên şehîdan dan.



