Çalakiya Rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Siwîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 242’an de dewam dike.
Çalakiya ku her çarşem li ber avahiya NY’î li Cenevre pêk tê, bibiriyar dariyek xurt dewam dike.
Çalakiya vê hefteyê dema ku rûniştina 60’emîn a Konseya Mafên Mirovan ya NY’ê dewam dikir, pêk hat.
Li ser navê komîteya çalakiyê Osman Tekîn daxuyaniyek da.
Tekîn banga bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo kir û got:
“Li Cenevreyê rûniştina ku mafên mirovan lê tê nîqaşkirin, dewam dike.
Lê ev sazî daxwazên herî bingehîn ên gelê Kurd nabînin.”
Tekîn diyar kir ku ew wekî çalakvanan ne bi tenê ne, wê çalakiyên bi heman aramancê li seranserê Ewropayê mezin bikin.
Çalakî piştî daxuyaniyê, heta saet 17:00’an dewam kir.



