Xelkê bajarê Tebqa, şêniyên Efrîn û Şehbayê yên bi darê zorê koçber bûne bi daxuyaniyekê girêdana xwe bi fikira Rêber Abdullah Ocalan û banga wî ya dîrokî ve nîşan da û got ew hewlên desthilatên Tirkiyeyê yên paşguhkirina rola Rêber Apo di pêvajoya aştiyê de red dikin.
Xelkê kantona Tebqa û şêniyên Efrîn û Şehbayê yên bi darê zorê koçber bûne bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek hevpar da.
Bi tevlêbûna endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyanî li navenda bicihbûna demkî ya koçberan a li Tebqayê hat xwendin. Endamê Rêveber ê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê Îbrahîm Reşo û endama Meclisa Bajarê Tebqayê Fatme Hec Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava krîzên li Rojhilata Navîn û şerên ku gel westandine de Rêber Abdullah Ocalan weke sembolê aştiyê û azadiyê derket. Felsefeya wî ya li ser bingeha demokrasî, edaleta civakî û jiyana hevbeş nûnertiya projeya jiyanê ya gelên herêmê dike û rê li ber têkiliyên li ser esasê biratî û rûmetê vedike.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku banga Rêber Apo ya 27ˊê Sibata 2025ˊan vîna durist a rawestandina tundiyê û şer nîşan dide û diyar dike ku aştî ne diruşemeyek e, lê derfeteke realîst e dema ku xwe bispêre fikra resen û vîna nayê şikandin. Paşguhkirina vê bangê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, bi rêya siyasetên tecrîdê, rêya aştiyê asteng dike û gefan li pêşeroja herêmê dixwe.
Şêniyan di daxuyaniyê de hewlên dûrxistina Rêber Apo yan jî paşguhkirina rola wî red kirin, ji cıvata navneteweyî re got bi berpirsiyarên xwe rabe, tecrîdê bi dawî bike, û rê li ber aştiya li Rojhilata Navîn veke.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rola ciwanên şoreşger jî di vê qonaxê de girîngtir e, ji ber ku ew hêza pêşeng a avakirina civakan e. Hat aşkerakirin ku Şoreşa Roajva-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya xwe dispêre projeya neteweya demokratîk û metoda Rêber Apo temsîla modela beşdariya pêkhateyên gelê Sûriyeyê di rûbirûbûna dîktatorî, tundrawî û nijadperestiyê de dike.
Şêniyan da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi xwespartina li metoda aştiya navxweyî di têkbirina çeteyên DAIŞˊê û komployên li dijî gelên herêmê de bi ser ket.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku êdî modela Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Sûriyeyiyan lêvegera rasteqîn e û ji bo siberoja Sûriyeyê çareseriya guncaw e.



