Li gorî Zanyaran destnîşan kirine dûmana şewatên daristanên ku di sala 2023’yan de li Kanadayê derketine, bûye sedema mirina 82 hezar û 100 kesan.
Lêkolînerên ji Kanada, Amerîka û Çînê bandorên hewaya qirêj a gerdûnî li ser tenduristiya mirovan lêkolîn kirin.
Di encama lêkolînan de, lêkolîneran destnîşan kirin ku dûmana şewatên daristanên ku li Kanadayê derketiye bûye sedema mirina 82 hezar û 100 kesan li seranserê cîhanê.
Lêkolîneran diyar kirin ku 64 hezar û 300 kes li Amerîkaya Bakur û Ewropayê mirine û nêzîkî 5 hezar û 400 kes din jî li Amerîka û Kanadayê mirine.
Her wiha Lêkolîneran gotin:
“Şewatên daristanan, ku bandorê li ser karbona cîhanî, ekosîstem, qalîteya hewayê û tenduristiya mirovan dikin, dikarin encamên cidî jî di salekê de hebin.”
Lêkolîneran teqez kirin ku guherîna avhewayê dikare bandorên neyînî li ser tenduristiya mirovan bike.



