Çalakvan Charlie Kirk ku weke piştevanê Serokê Amerîkayê Trump dihate naskirin, di dema axaftina xwe ya li Zanîngehekê de bi êrişa çekdarî hate kuştin.
Charlie Kirk yê 31 salî yek ji çalakvanên muhafezakar yê Amerîkayê ku dihate naskirin.
Hat ragihandin Kirk dema axaftina xwe ya li Zanîngeha Utah Valley de ji 200 metre ji dûr ve bi êrişa çekdarî hate kuştin.
Piştî êrişê Charlie Kirk yekser radikin nexweşxaneyê lê jiyana xwe ji dest dide.
Tê diyarkirin êrişkar hê jî nehatiye girtin.
Hat ragihandin organizasyona ku 3 hezar kes beşdar bûne, tenê 6 polîs ji bo ewlekariyê hatibûn erkdarkirin.
Piştî êrişê zanîngeha ku 40 hezar xwendarên wê hene heta 15’ê Îlonê hate girtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî êrişê daxuyanî da Kirk weke welatparêzekî rasteqîn bi nav kir.
Trump ji ber kuştina Kirk ferman da ku heta roja yekşemê saet 6’ê êvarê li seranserî welat al heta nîvî bên daxistin.
Trump, êriş ji bo Amerîkayê weke kêliyeke tarî pênase kir.



