Hêzên Îsraîl li bajarokê Cebata El Xeşeb ê girêdayî Quneytrayê ciwanek girt.
Li gorî ajansa Hawarê, hêzên Îsraîl piştî nîvî şevê li bajarokê Cebata El Xeşeb bi ser malan de girtine û ciwanek girtine.
Ciwan sewqî navenda xwe ya leşkerî ku nêzî bajarok e kirin.
3 tankên Îsraîl çûn ser girê el deriyat ê Quneytrayê
Li aliyekî din, îro 3 tankên hêzên Îsraîl çûn ser girê El Deriyat ê girêdayî Quneytrayê.
Demek kurt li ser gir man, piştre vegeriyan baregehên xwe yên li Colanê.
Duh jî 5 tankên hêzên Îsraîl ketibûn gundê Seyda El-Colanê.
Ji bo demeke kurt bendên kontrolê danîbûn û nasnameya kesên diçûn û dihatin kotrol dikirin.
Piştre bendên xwe rakirin û vekişiyan Colanê.



