Yekîneyeke hêzên Îsraîlê ket gundewarê Derayê û 2 kes girtin.
Yekîneyeke hêzên Îsraîlê îro ket gundê Abidîn ê herêma Hewza El Yermûk ê gundewarê rojavayê Derayê.
Hate ragihandin ku yekîneya artêşê li taxa rojhilatê gundê operasyoneke serdegirtinê pêk anî.
Di serdegirtinê de 2 kes girtin e û birin cihekî ne diyar.
Hate diyarkirin ku yekîne piştre ji gund vekişiya.



