Li Derayê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest da.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li Sûriyê ji 8’ê Kanûna 2024’an heya niha 166 zarok û 42 jin di nav de 611 kes ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.
Li herêmên hikumeta veguhêz jî, 25 jin, 123 zarok bi giştî 473 kes hatine kuştin, her wiha 11 jin û 204 zarok bi giştî 486 kes birîndar bûne.
Li herêmên Rêveberiya Xweser jî 4 jin û 18 zarok di nav de 40 kes hatine kuştin, 44 jê zarok û 2 jê jin 67 kes jî birîndar bûne.
Her wekî li herêmên aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin 13 jin û 25 zarok di nav de 95 kes hatine kuştin û 107 kes birîndar bûne ku di nav de 40 zarok û 8 jin hene.



