Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ji bo hevdîtinê ENKS vexwend Şamê.
Rayedarên ENKS’ê dibêjin name gihiştiye wan û ew ê biçin.
Hevseroka Giştî ya PYD’ê Pervîn Yusuf jî diyar kir ew li dijî çûyîneke bi vî rengî ne û bîryara yek alî nayê qebûlkirin.
Di van rojên dawiyê de hate diyarkirin Serokê Hikûmeta Veguhêz a Suriyê Ehmed El Şeraa ji bo ENSK’ê nameyek şandiye û ew ji bo hevdîtinê vexwendin e Şamê.
Rayedarên ENSK’ê jî, ev piştrast kirin û diyarkirin ew çiwîna Şamê dinirxînin.
Endamê Desteya Rêveber a ENKS’ê Silêman Oso derbarê mijarê de ji ANHA’ê re axivî
Oso da zanîn ku ew vê yekê erênî dibînin, lewma ew ê biçin lê dema hevdîtinê hîn ne diyar e.
Oso diyşar kir ku biryarên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî a 26’ê Nîsana 2025’an ji bo wan girîng e, lê neçûna Şamê jî şaş e.
PYD: Biryara yek alî nayê qeûblkirin, em li dijî çûyîneke bi vî rengî ne
Endama Şandeya Kurdî ya danûstandinên bi Şamê re û Hevseroka Giştî ya PYD’ê Pervîn Yusuf têkildarî biryara ENKS’ê ji ANHA’ê re diyar kir ku wan li ser mijarê bi ENSK’ê re hevdîtin kiriye.
Perwîn Yusuf dibêje “Me diyar kir ku pêwîst bû biryara çûna Şamê ji aliyê şandeyê ve bihata dayîn. Biryara yekalî nayê qebûlkirin, divê tu kes bi serê xwe biryarê nede. Em li dijî çûnek bi vî rengî ne.”



