Şandeyek xiristiyanên Helebê serdana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin.
Di hevdîtinên ku pêk anî de, behsa yekkirina hemû pêkhate û mezheban di sîstemke demokratîk de kirin
Pêşî, şandeyê serdana navenda Insiyatîfa azadiya rêber Abdullah Ocalan kirin.
Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser fikra demokrasiyê ku li Yewnanistanê derketiye holê, û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kirin.
Berdeva Insyatîfê Emna Xidiro destnîşan kir ku armanca projeya me ew e ku hemû pêkhate û mezhebên li Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê yekgirtî bin.
Serkêşê şandeyê, Mitran أفرام معلولي Evram Me’ilolî hêvî kir ku peyama aştiyê bi prensîbên xwe yên bilind bigihîje her kesî û têkoşîna ji bo bidestxandina jiyana hevbeş hilgire.
Piştre şanedeyê serdana Meclisa Giştî a her du taxan kir û ji aliyê hevseroka Meclisa Giştî a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve hate pêşwazî kirin
Alî li hev civiyan û behsa lihevkirina 1’ê Nîsanê û sîstema ne-navendiyê kirin.



