LI Herêmên di bin kontrola Hêzên Hikûmeta Veguhêz de sûcên kuştin, revandin û şelandin her diçe zêde dibin.
Li taxa Rifaî ya Parêzgeha Humisê termê 2 jinan û mêrekî hat dîtin.
Xelkê taxa Rufaî ya bajarê Humsê termê 2 jinan û mêrekî dît.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku duh, dema xelkê taxa Rufaî ya Prêzgeha Humsê kavil û axa li taxê radikirin cenazeyên 2 jinan û mêrekî dîtin.
Navendê eşkere kir ku nasnameya her sê kesan heta niha nehatiye zanîn.
Her wekî da zanîn ku ji dema hilweşîna rejîma Baas’ê ve 37 gorên komî ku tê de 2 hezar û 782 kes hebûn, hatine dîtin.
Li Humsê girtin, talanî û şewata malan
Ne tenê ew, heman demê Hêzên ewlehiyê yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê bi ser malên gundewarê rojavayê Humsê de girtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ev yek piştrast kir û got:
Endamên hêzên ewlehiyê yên Hikumeta Veguhêz bêserûber gule avêtin malên welatiyan, gotinên nebaş ên mezheb-perestî ji wan re kirin, xelkê gundê girtin, mal û milk dizîn û şewitandin.



