Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li Sûriyê gelek operasyonên leşkerî pêk anîn.
Di encamê de gelek endamên girêdayî yekîneyên operasyonên taybet a 840 a Feyleq El-Qudis a Îranê girtin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser medyaya X’ê diyar kir ku di çend mehên borî de, hêzên Îsraîlê li Sûriyê şaneyên çekdar ên ku ji hêla Yekîneya Operasyonên Taybet a 840 a Feyleq El-Quds a Îranî ve dihatin birêvebirin, girtine.
Her wekî da zanîn ku ev şane ji bo operasyonên terorîstî li dijî Îsraîlê pêk bînin, dihatin birêvebirin.



