Taxa El Someriyê ya Şamê ji şêniyên xwe vala bûye, li sernaserî taxê tevgera xelkê kêm bûye û niha hijmareke kêm ji şêniyan lê mane.
Hêzên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê beriya çend hefetiyan bi ser Taxa El Someriyê ya Şamê girtin.
Li wir, şêniyên Elewî yên taxê bi darê zorê dan koçber kirin û gelek sûcên dij mirovahiyê hatin kirin.
Rojnamevanekî rewşa dawî ya Taxa El Someriyê ji Ajansa Reutersê ragihand.
Rojnamevan dibêje, berî valakirinê nêzîkî 22 hezar kes lê dijiyan.
Şêniyên taxê zêdetirî 40 salin li taxê dijîn û xwediyên van xaniyan in.
Niha hijmareke kêm ji şêniyan lê mane, tevgera xelkê kêm bûye û çirayên malan vemirîne.
Li gorî agahiyên Reutersê, kesê bi navê “Ebû Huzeyfa” mal desteserkiriyê û navendek di taxê de kir cihê polîsan.
Niştecihên taxê ragihandin ku wan belgeyên milkiyetê pêşkêş kirine, lê Ebû Huzeyfa bi hinceta ku ew belge di dema serdema Esed pêk hatine red kir.



