Beşdarên merasîma cenazeyê şervanê Hêzên Parastina Gel Fehed Ebdulmuhisin destnîşan kir ku şehîdan ji bo rastiyê canê xwe feda kirine. Her wiha soz dan ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û serkeftinê bi dest bixin.
Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), meclis û komînên herêmî û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Fehed Ebdulmuhisin bûn, ku li ber mala malbata şehîd a li taxa El Meşleb hatiye danîn.
Endamê Hêzên Parastina Gel (HPG) Fehed Ebdulmuhisin, di 18’ê Îlona 2024’an de li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, şehîd bûye.
Di merasîma sersaxiyê de ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Xalid El Hindawî sersaxî ji bo şehîdan xwest û berxwedana gerîlayan li çiyayan, berxwedana li zindanan û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir.
El Hindawî diyar kir ku çiqas li ser şehîdan biaxivin jî, nikarin heqê wan bidin. Niha berpirsiyarî ya wan e ku heta bidestxistina serkeftinê ew ê li ser şopa wan bimeşin.
Her wiha li ser navê Kombûna Jinan ya Zenûbiyayê, endama ofîsa perwerdeyê Zeyneb El Edû axivî û anî ziman ku şehîd bi xwîna xwe ya pîroz destaneyên herî leheng nivîsiye, ew sembola berxwedan û hêzê ye.
Piştre, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Etab El Deyf axivî û got: “Şehîd çire ye kurêya her kesî ronî dike.”
Etab destnîşan kir ku şehîdan di oxira rastiyê de canê xwe feda kirin, ji gel re mîraseke tije cesaret li pey xwe hiştin û wiha domand: “Ev wan rûyên ku rêya me ronî kirine, ji bîr nakin. Em soz didin wan ku heta dilopa xwîna dawîn, li ser şopa wan bin.”
Piştî ku wesîqeya şehadetê ya şehîd Fehed Ebdulmuhsin hate xwendin, radestî malbata wî kirin û bi dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi re ey şehîd” merasîm bi dawî bû.



