Endamên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser rêya Dêr Hafir-Helebê jineke ciwan ku diçû serdana xizmên xwe yên li taxa Şêxmeqsûdê, revandin.
Endamên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, li ser rêya Dêr Hafir-Helebê jineke ciwan bi navê Heyfa Adil Tayar a ji Kobanê revandin. Heyfa diçû cem xizmên xwe yên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê.
Malbata Heyfa bang li aliyên têkildar kirin ku çarenûsa keça wan a revandî aşkera bikin.
Endamên Hikumeta Veguhêz bi vê kiryarê re, bendên sêyemîn û heştemîn ên lihevkirina Helebê ya di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û komîteya ji aliyê Hikumeta Veguhêz ve hatiye avakirin de, binpê dikin.
Li gorî madeya heştemîn, divê şêniyên her du taxan serbest tev bigerin. Ev bend ji kesên destê wan di rijandina xwîna sûriyeyiyan de tune ne, derbasdar e.
Ev ne cara yekê ye ku li ser vê rêyê bûyerên wisa çê dibin. Di vê dawiyê de revandin zêde bûye. Nemaze ku ji aliyên têkildar ve ti daxuyaniyeke fermi tune ye û hesab ji kesekî nayê pirsîn.



