Rêxistina Sara di çarçoveya kampanyaya ” Îstîsmara zayendî û şantajên dîjîtal sûc in, nebin şirîkê veşartina wan” de semînerek li ser xetereyên tundiya dîjîtal û rêbazên rûbirûbûna wê da.
Rêxistina Sara ya Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, di çarçoveya kampnyaya ” Îstîsmara zayendî û şantajên dîjîtal sûc in, nebin şirîkê veşartina wan” de semînerek li Komîngeha taxa Elaya ya bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê da.
Semîner ji aliyê endama rêveber a Rêxistina Sara Roşîn Şêxo ve hate bi rêvebirin. Di semînerê de îstîsmara zayendî hate pênaskirin û hate destnîşankirin ew rêbazekî metirsîdar a li dijî mafên mirovan e.
Di semînerê de beş û ciherengiya tundiya zayendî wekî destdirêjiya zarokan, bazirganiya zayendî, zewicandina zarokan, bikaranîna cihê kar û di rêya internêtê de hatin şîrovekirin.
Roşîn Şêxo, di semînerê de şantaja dîjîtal û cûreyên wê bibîr xistin û got , şantaj çi di aliyê zayendî de be, yan madî be, an di rêya bikaranîna zarokan li ser malperên medeya dijîtal, hemû wekî hev in.
Roşîn, destnîşan kir ku cûdahî di navbera şantajê û îstîsmara zayendî de nîne û got: “Bandora civakî û pskolijî di herdû diyardeyan de çêdibe. Di encama de tirs, tenêbûn, ji hev ketina malbatê û rola çanda mêrperest li şûna hesabxwestina ji sûcdar, bar girantir dike. ”
Endama rêveber a Rêxistina Sara rêbazên qanûnî ya tekoşîna li dijî sûcên şantaja dîjîtal û qanûna malbatê vegotin û diyar kir ku ji bo pêşxistina parastina jinan û têkoşîna di asta , kesayetî, civakî û navneteweyî de, pêwistî bi çanda zanistî heye.
Di berdewama semînerê de nîqaş hate kirin, beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku hişyarkirina civakê rêya parastina û piştgiriya jinan ji binpêkirinan misoger dike. Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan di dawiya meha tîrmehê de ji bo hişyarkirina jinan û jinên ciwan li ser xetereyên tundiya dîjîtal û rêbazên rûbirûbûna wê kampanyayek bi navê ” Îstîsmara zayendî û şantajên dîjîtal sûc in, nebin şirîkê veşartina wan” da destpêkirin. Kampanya wê di dawiya cotmehê de bi dawî bibe.



