Navenda Ragihandinê ya QSDˊê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe aşkera kir û soza pêkanîna armancên şervan di oxira wê de şehîd bûne, pêk bîne.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyark ir ku şervanê wan Zinar Aşmê gihîşta asta şehadetê.
“Hevrêyê me ˋZinarˊ ji malbateke welatparêz e, gelek şehîd ji destpêka şoreşê heta niha ve dane. Piştî ku fikrên şoreşgerî û neteweparêziyê ji malbat û derdora xwe rakirin, vê yekê hişt hevrêyê me ˋZinarˊ di wextekî zû de tev li hêzên me bibe.
Hevrêyê me ˋZinarˊ bi tevlêbûna xwe ya li nava gelek dewreyan pisporiyên leşkerî, siyasî û fikrî yên mezin bi dest xistin. Di her warî de şervanekî pêşketî derket. Zehmetî li pêş wî hêsan dibûn û çareserî ji her tiştî re didît. Di derbaskirina zehmetiyên de bi hevrêyên xwe re alîkar bû.
Hevrêyê me ˋZinarˊ li gelek deveran xizmet kir, di kar û pabendbûna xwe ya dîsplîn û talîmatan de bi rêk û pêk dikir. Şervanekî nimûne bû, ji gel û hevrêyên xwe hez dikir. Şehadeta wî birînek li gel hezkiriyên wî çêkir.
Wê hevrêyê me ˋZinar Aşmêˊ di bîra me de nemir bimîne, em ê layiqî fedakariyên wî bin, xewn û xeyalên wî yên di oxirê de şehîd bûye, pêk bînin.
Em sersaxiyê ji malbata wî û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em ê têkoşîna li ser bingeha wê şehîd bûye heta tacîdrakirina serkeftina muheqeq dewam bikin.
Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Zinar Aşmê
Nav û paşnav: Cemal Ednan Derwêş
Navê dayikê: Naîle
Navê bav: Ednan
Cihê jidayikbûnê: Kobanê.
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê- qezaya leşkerî-13ˊê Îlona 2025ˊan.”



