Bi boneya salvegera 3’yemîn a şoreşa “Jin Jiyan Azadî” Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li ber Wezareta Karên Derve ya Norwêcê çalakiyek hevpar li dar xistin.
Çalakî ji aliyê nûneriyên partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên li Norwêcê ve bi hevkarî hate organîzekirin.
Di çalakiyê de, partî û Rêxistinên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Norwêcê nameyek weşandin û girîngiya şoreşê destnîşan kirin.
Bi sê zimana bi Kurdî, Farisî û Norwêcî hate xwendin.
Her wiha di peyamê de ev tişt hatin gotin:
Kuştina Jîna Emînî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve gelê Kurd û civakên din ên li Îranê hêrs kiriye, ku ev yek jî bûye sedema serhildana Jin Jiyan Azadî.
Hate diyar kirin ku şoreşê di civaka Îranê de guhertinên kûr ên siyasî, çandî û civakî bi xwe re anî, û ew guhertin tevî hemû zextan jî berdewam dikin.
Êrîşên rejîmê yên bi mûşek û bi balafiran li ser partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û cezayê darvekirinê li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Muhammedî hatine şermezarkirin.



