Di serdemeke ku her tişt bi lezgînî diguhere û malên ji beton bajar û gundan dagir dikin de, li her gundî xanîyên ji axê hene ku giyanê gund û germahiya aîdiyetê temsîl dikin, û rabirdûyê tînin bîra me.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin di parastina mîrateya mîmarî de roleke sereke dilîzin, Cîhan El-Husên yek ji
parêzvanên wê ye.
Cîhan a 40 salî ji gundekî kantona Reqayê ye.
Ji temenê biçûk ve bi dayîka xwe re di karê çêkirina xaniyên ji axê de xebitiye.
Cîhan wiha got:
Min bi coş û kelecan her gavek dayika xwe dişopand û bi wê re temaşe dikir ka çawa ax bê makîne û çîmento vediguhere xaniyekî.
Cîhan anî ziman ku jin di vê xebatê de herî çalak in, dîmenek ku rola jinan di parastina mîrateya mîmariya herêmî de nîşan dide.
Her wiha Cîhan destnîşan kir ku xanîyên ji axê ne tenê çand û sembolîzmê hildigirin.
Lê di heman demê de xwedî taybetmendiyên jîngehê ne ku wan ji ber hewaya dijwar a herêmê dikin bijarteyek îdeal.
Cîhan El-Husên bawer dike ku girîng e ev huner ji nifşên pêşerojê re were misogerkirin da ku hişmendiya li ser avakirina domdar were belavkirin.



