Serhildana Jin, Jiyan, Azadî şoreşek civakî pêk anî.
3 sal di ser serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” re derbas bû.
Jinan û gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdêlên giran dan.
Di dîroka Îranê de, hertim rejîmên hatine ser desthilatê destpêkê dijminahiya jinan kirine.
Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hember her cûr îşkence, zayendperestî, kuştin û cezakirinnê jî, bi rêbazên cuda li ber xwe dane û heta îro li ber xwe didin.
Jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê, gotina Rêber Abdullah Ocalan a “Jin, Jiyan, Azadî” ji xwe re kirin bîrdoziya berxwedanê.
Gotina “Jin, Jiyan, Azadî” cara yekemîn di sala 1988’an de, ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat bikaranî û tevgera jinên azad a Kurdistanê li ser vê bîrdoziyê xwe birêxstin kir.
Kîna jinan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” teqiya
Ev dirûşm hîna ji beriya şehîdxistina Jîna Emînî bibû sonda berxwedanê.
Şirîn Alamholî, dema di girtîgeha Evîn a li Tehranê girtîbû, li dîwarê kêleka xwe “Jin, Jiyan, Azadî” nivîsandibû.
Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê “Polîsên Exlaqê” ve hat îşkencekirin û di 16’ê Îlonê de hat şehîdxistin, ev dirûşm bû zimanê serhildana jinan.
Piştî serhildanê ev dirûşm belavî tevayî cîhanê bû, ji Amerîka heta Ewropa, Hindistan, Afganistanê, bû zimanê berxwedana jinan.
Çalakiyên ku bi pêşengiya jinan bi hêvî û hêrsê dest pê kir, veguherî serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku gelê Kurd, Belûc û Ereb jî tê de cih girtin.
Hawjîn Beqalî: Li Rojhilat Şoreşa civakî pêk hat
Civaknas û çalakvana mafên jinan a ji Rojhilatê Kurdistanê Hawjîn Beqalî der barê serhildanê “Jin, Jiyan, Azadî” de axivî û got:
Serhildanên di dema şehîdxistina Jîna Emînî de derketin holê, di carekî de çênebûn.
Lê encama têkoşîna jinan a ji sala 1946’an heta niha ye.
Hawjîn Beqalî anî ziman ku ji bû pêşeng, porê wê bû ala serhildanê û wiha bi lêv kir:
Jinan bi komî kefiyên li serê xwe şewitandin, sembola desthilatê li erdê xistin.
Kolan, gund, bajar, dibistan, zanîngeh bibûn cihê berxwedanê.
Li Rojhilatê Kurdistanê şoreşek civakî pêk hat.
Êdî mêr şerm dikin bêjin, mafên jinan ji yê mêran kêmtir in. Êdî jin li ser xwebûn û serxebûna xwe ya fikrî û bedenî diaxivin.



